Bûyerpress
Piştî bidawîbûna gera 8’ê ji danûstandinên Cinêvê bêyî tu encaman, Rûsyayê ragihand ku eger Kongreyê Sochi li dar bikeve, divê ku şandeya rikberiyê ji bêyî mercê rakirina Esed beşdar bibe.
Berdevkê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî 5 mercên pêşwext ji bo şandeya rikeberiyê destnîşan kir û got: ” Divê ku şandeya rikberiyê amadekariyên xwe ji bo şerê li dij DAIŞ û Cebhet Elnusra nîşan bide, divê piştgîriya agirbestê bike, deverên kêmkirina şer çêbike, şandeya Hikûmeta Sûrî bi Şandeya Rêjîmê bi nav neke û dest ji mercê rakirina Esed berde.
Ji aliyê xwe ve rikberiya Sûrî jî li hember mercên Rûsyayê, nerazîbûna xwe nîşan da.