Bûyerpress
Di rojeke wekî îro de li sala 1945ê, aleya Kurdî li jora şaredariya Mehabadê hat bilindkirin, ji vê yekê ev roj wekî roja Aleya Kurdî hatiye naskirin.
Îro li seranserî deverên Kurdistanê û li nava revenda Kurd a li penaberiyê jî, bi bilindkirina aleya Kurdistanê û lixwekirina cil û bergên Kurdî ev roj tê pîrozkirin.
Di 19ê Hezîrana 2004ê de, Perlemana Herêma Kurdistanê bi piraniya dengan biryar da ku ev roj ( 17ê Kanûnê) wekî roja Aleya Kurdî bê ragihandin.