Bûyerpress
Piştî şerekî giran di navbera şervanên Hêzên Sûryaya Demoqratîk û çekdarên DAIŞê de, hêzên HSDê temamî gundê Cersa Rojhilat ji dest çekdarên DAIŞê derxist.
Li gundê Cersa Rojhilat ê li başûrê rojhilatê Meyadînê ku du rojan şer lê dom kir, şervanên HSDê karîn temamî gund kontrol bikin û 42 çekdarên DAIŞê bikujin.
Helmeta Bahoza Cizîrê ku ev heye 100 roj dest pê bûye, kontrolkirina deverên rojhilatê Çemê Feratê hetanî bi sînorê Iraqê armanc digire.