Bûyerpress
Piştî geşteke dûr û dirêj ji jiyana di nava lîstikên fotbolê de, lîstikvanê Brezîlî Ronaldinho dest ji fotbolê berdide û li welatê xwe tevlî karê siyasî dibe.
Ronaldinho ragihand ku ew ê serê vê salê bi awayekî fermî destberdana xwe ji lîstika fotbolê ragihîne, da ku tevlî partiya rastalî ya Brezîlî bibe.
Ronaldinhoyê Brezîlî ku bi temenê 37salî ye, dê bi rêya partiya rastalî xwe ji bo endmetiya Senatora Brezîlî hilbijêre, da ku qonaxeke nû ji jiyana siyasî bide destpêkirin.