Bûyerpress
Der barê daxuyaniya Şandiyê Navdewletî ji bo Sûryayê Staffan De Mistura û Wezareta Derve ya Fransî de ku gotibû “Biserneketina Danûstandinên Cinêvê berpirsyariya şandeya Rêjîmê ye”, Hikûmeta Rêjîma Sûrî daxuyaniya herdu aliyan şermezar kir.
Ajansa Sana li ser zarê berpirsyarekî Wezareta Derve ya Sûrî ragihand ku her timî Şandeya Rêjîmê bi erênî li van danûstandinan nihartiye û got ku Daxuyaniya Riyadê bûye sedema têkçûna gera 8’ê.
Ji beriya aniha Serokê Şandeya Rêjîma Sûrî Beşar El-Caferî ragihandibû ” Hetanî ku çarenûsa Esed wekî mercekî pêşwext e, em ê tu danûstandinan li gel şandeya rikberiyê nekin”.