Bûyerpress – Hawar
Yekîtiya Jina Azad a Rojava – Bakurê Sûryayê duh Înê vebûna radyoyeke taybet bi jinan bi navê “Star FM” li devera Tirbespiyê ragihand.
Li gorî ku di rê û resmên vekirina radyoyê de hat zanîn, dê li radyoyê 10 jinên devera Tirbespiyê bixebitin.
Her wiha hat zanîn ku dê weşana radyoyê ji demjimêr 7’ê sibehê hetanî 7’ê êvarê be û dê bernameyên siyasî, aborî, çandî û civakî biweşîne.