Bûyerpress
Piştî şerekî giran di navbera şervanên Hêzên Sûryaya Demoqratîk û çekdarên DAIŞê de, êdî bajarokê Ebû Hemamê hat rizgarkirin û aniha hêzên HSDê ewî bajarokî ji mayîn û teqemeniyan paqij dikin.
Di çarçoveya çalakiyên leşkerî yên Helmeta Bahoza Cizîrê de, hêzên HSDê bajarokê Ebû Hemamê, 3 gund û 5 gundikên biçûk rizgar kirin û aniha helmeta paqijkirinê li wan cihan li dar e.
Helmeta Bahoza Cizîrê ev heye çend meh ku dest pê bûye, û ev helmet rizgarkirina deverên rojhilatê Çemê Feratê hetanî bi sînorê Iraqê armanc digire.