Bûyerpress
Ragihandina Hêzên Sûryaya Demoqratîk da zanîn ku piştî şerekî dijwar li hember çekdarên DAIŞê, hêzên wan gundê Elcezrî ku li rojhilata Dêra Zorê, bi temamî kontrol kir.
Her wiha hat ragihandin ku di şerê gundê El-Cezrî de 22 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 2 çekdarên DAIŞê hatine dîlgirtin.
Hêzên Sûryaya Demoqratîk di çarçoveya Helmeta Bahoza Cizîrê de bi dehan ji gund û bajarokên rojhilatê Çemê Feratê rizgar kirine û aniha ber bi sînorê Iraqê ve diçin.