Li gor ku di Tviyên ʺAlalemʺ û ʺAfaq Aliraqʺ û rojnameyên Tirkî ʺCemhûriyetʺ û ʺEdînlek Delyʺ Dewleta Islamî li Iraq û Şamê DAIŞ ragihandiye ku Quran li gor daxwaza hinek ol û tayifeyan hatiye amadekirin û guherandin, ji ber vê divê guhertinên rastkirinê tê de çêbibin..
Li gor ajansa nûçeyan a Islamî ABNA, mîrên DAIŞ dibêjin: ʺEm hatine ji bo avakirina dewleta Islamê û pêkanîna şerîʼetê, em dê guhertinê di hinek beşên Quranê de bikin, ji ber ji hêla minafiqan ve hatine guhertinʺ.
Heman jêderan gotin ku Ayetên DAIŞ dixwaze beşine Qurana pîroz hilîne yan ji nû ve binivîse, weke Sûreta ʺElkafirûnʺ ya ku rê ji mirovan re vedike ku di ola xwe de azad bin û Ayetine pesin û pakiya Al Elbeyt ango malbata pêxember -silavên xwedê lê bin- nîşan dike.
Hêjayî bîranînê ye ku berî çend mehan Ebûbekr Elbexdadî yê ku niha xwe Xelîfe ragihandiye soz dabû ku Keʼba pîroz li Siûdiyê bihedimîne û hin ji serkêşên wî zêdetir gotibûn ku ew dê gora pêxember -silavên xwedê lê bin- xirabikin.