Sitêrname
Narîn Omer
Sûska Simo, di sala 1925’ê de di nava malbatekê de ku ji hêla rewiştên xwe ve sînorasê û nerînênteng bû, hatiye dinê.
Ew ji Kurdên Qefqasyayê ye.
Dema Sûskê nas kir ku ew xwediya wî dengê bicoş û zelal e, biryar da ku bi merdî û lehengî wan sînoran biherifîne, yan jî xwe di ser wan re biqevêze.
Wê nedixwest ku dengê wê tenê di giyanê wê de veşartî bimîne; tevlî ku dizanîbû dê rastî tîr û nîrên civaka xwe were jî, lê biryar stand ku divê gelê wê bi xweşiya dengê wê şad bibe.
Di destpêka jiyana xwe ya hunerî de, xurtekî Ermenî nas dike. Hêdî hêdî evîna bêçare cihê xwe di her dû dilan de asê dike, piştre bi wî re şû dike.(Dizewice)
Lê bi vê zewacê, êrîş û gotegotên civaka wê hêj zêdetir dibin; ji ber ku hevjînê wê ne ji ol û neteweya wê ye.
Êdî jiyana wê ya malbatî û civakî zor û ne xweş dibe, lê ew hunera xwe berdewam dike, ji ber ku baweriya wê hem bi deng û hem jî bi çanda gelê wê pir mezin bû.
Jiyana Wê ya Hunerî:
Sûska Simo hunermenda Kurd a yekemîn e ku di sala 1946’ê de li Sovyetê, li ser dika Şanoya “Flarmonya” rawestiyaye û bi zimanê Kurdî sitran gotine.
Ev şano ji gelên bindest re hatibû terxandin, da ku folklor, huner û çanda xwe li serê pêşkêş bikin; ji ber ku beriya 46’ê, Hikûmeta Navendî ev kar li wan qedexe kiribû.
Di wan aheng û şanoyan de, tevahiya neteweyên Sovyetê made dibûn, da ku çand û hunera hev binasin.
Hevjînê wê yê Ermenî Kolya Neftalya pê re alîkar bû, li hemî ahengên wê amade dibû, û carinan pê re derdiket li ser dikê û distirand…heta ku bibûn du hevalên ciyawaz.
Ne tenê li Êrîvanê nav û dengê wê belav bibû, lê belê li hemî komarên Sovyeta berê. Ji ber vê yekê dezgeh û saziyên van komaran ew vexwendî aheng û şahiyên xwe dikir.
Ev vedeng giha asta herî bilind, dema ku di 65’ê de hunermenda me li Hola Sor aheng li dar xist; ji ber ku ew hol ji hunermend û sazvanên mezin re hatibû terxandin.
Dibêjin ji ber navdariya wê û dengê wê yî xweş û bicoş, hezkerên wê hewl dida ku ji beriya ahengê bi çend rojan, kertê bibirin; û eger cih nemaba, wan di eywana ku bi dikê ve girêdayî bû tenê li dengê wê guhdar dikir.
Sitranên Wê yên Herî Navdar:
Ji destpêka karê xwe yê hunerî û hetanî bi dawiyê, hunermenda me biryar dabû ku ew folklor û çanda Kurdî wekî jêder û çavkanî bibîne, lewra her timî sitranên gelêrî û folklorî distirandin û ew zindî dikirin.
Sitrana herî girîng di jiyana wê ya hunerî de “Miho Wî Wî” ye.
Ev sitrana, jê re bûye kilît û pencereya vedengiyê.
Piştre çend sitranên din, hêlana ku hezkirina dengê wê di dil û cînav de bêne çandin,mina:
Devera Berê, Lênîn Rabû û Belengaz Nû…
Hêjayî gotinê ye ku tevlî vedengî û navdariyê, Sûska Simo nikarîbû kasêtên sitranan tomar bike; ji ber rewşa wê ya aborî û çend sedemên din…
Kesên ku Bandora Xwe li Hunera Wê Kirine:
Bandora gelek kesan li ser wê heye, lê ya hinan ciyawaz e, mîna hevjînê wê yê Ermenî ku ji hemî aliyan ve pê re dilsoz, comerd û alîkar bû; lê ji aliyê civakî ve bandora wî li serê ne baş bû.
Kesê duyan “Egîdê Cimo” ye, Mîrê Bilûra kurdî di wê demê de; lewra di Radyaya Êrîvanê de berî ku sitranên wê biweşînin, digotin:
“Disitre Sûska Simo, lêdixe Egîdê Cimo”.
Egîd jî her timî pê re bû, li ahengên wê beşdar dibû û bi bilûra xwe, dengê wê zîz û zelaltir dikir.
Çirûskên Jiyana Wê:
Hunermenda me ne tenê bi zimanê xwe yê Kurdî disitrand, lê belê her car di ahengên xwe de cil û bergên kesk û sor û zer ên ji rengê Aleya kurdî, li xwe dikirin û kefiya Kurdî li pora xwe dipêça.
Dawiya Wê:
Jiyana wê bi xweşî û nexweşî derbas bû; xweşî ji aliyê hevjîn û hezkerên wê ve, û nexweşî ji aliyê malbat û civakê ve.
Di sala 1977’ê de hunermenda me diçe li ser dilovaniya Xwedê, û di dîroka huner û çanda Kurdî de, dengê wê navnîşana zindîbûna wê dimîne.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 71’ê de hatiye weşandin. 2017.12.15