Bûyerpress
Zeynulabidîn Zinar
Berdewamî…
Yek: Ji bo ku xelkek eger wek netewe bête pejirandin, divê ku çandeke wî xelkî jî hebe. Îcar eger ew çand çi qas dewlemend be, ew netewe jî hew qas bi koka xwe, bi azbat û nijada xwe wisa dewlemend û kevnare tê qebûlkirin.
Dido: Ji ber ku Folklora Kurdî bi çîrok û çîrovanokên xwe pir dewlemend e, tê de gelek babetên cuda cuda hene. Bi xwendina wan babetan, hicirkên mejiyê mirov pirr dişixulin û berepêş diçin. Bi wê yekê mirov xweşî û şênîtîyeke zêde dibîne.
Di Folklora Kurdî de gelek babet û şaxên cuda hene. Her yek ji wan bi serê xwe şaxekî zanistiyê ye û pir jî dewlemend e, xasma jî Gotinên Pêşiyan.
Pîvana dewlemediya Folklora Kurdî ji van hawayên li jêrê, rind eşkera bûye:
– Di berhemên folklorî de, de gelek bêjeyên cihêawe û hevoksazî hene.
– Di berhemên folklorî de, gelek meselok û serpêhatîyên dema bihurî hene
– Di berhemên folklorî de, gelek tewrên cuda hene.
– Di berhemên folklorî de, her tim tevdîra ji bo xweparastinê heye.
– Di berhemên folklorî de, ragitin û lihevrastikirina malbatî heye
– Di berhemên folklorî de, her tim serok, berpirsyar û rîspî hene.
– Di berhemên folklorî de, xasma di yên rawilan de her tim herêmeke kifş a taybetî heye.
– Di berhemên folklorî de, ji yekê zêdetir, hevwateyên naverokê hene û tê de riyên çareseriyê pir in.
– Di berhemên folklorî de, mixabin şer, lêkdan û kuştin jî hene.
– Di berhemên folklorî de, texlît û awayên eynî çîrokê, di piraniya zaravayê kurdî de hene.
– Di berhemên folklorî de, di piraniya çîrokan de sitranên folklorî û sitranbêj hene.
– Di berhemên folklorî de, ji yekê zêdetir şaxên çîrokekê hene.
– Di berhemên folklorî de, tewr û terzên jiyana neteweyî, bi awayekî pir xurt cih girtine
– Di berhemên folklorî de, rewşa jiyana çînayetî, perwerdekirina mirovan, xasma jî ya zarûkan tê de xweş hatine xuyakirin
– Di berhemên folklorî de, astengiyeke mezin jî li pêşberê dek û dolabên sextekaran heye.
– Di berhemên folklorî de, dek, dolab, xapandin û şilqatî jî pir hene.
Îcar ji ber ku ev tiştên hatin gotin tev di berhemên Folklora Kurdî de hene, dema mirov dikeve navê û dixwîne, pirî ku xweş in, mirov nikare dev jê berde.
Piraniya berhemên Folklorî, ji yekê zêdetir şax û çiqên wan hene. Wek nînak: Heft şaxên çîrokê GUL û SÎNEM hene. Şeş-heft çîrokên cuda di nava çîroka Hevberdana Qijik û Kevokê de, hene ku babeta her yekê cuda ye.
Berdewamî di hejmara bê de ye…
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 71’ê de hatiye weşandin. 2017.12.15