Bûyerpress
Di vê meha Kanûnê de, bi navê “Sirûdên Lîstokan ji Folklorê Zarokan” Weşanxaneya DARê pirtûkek weşand, ku ya lêkolînerê Kurd Salihê Heydo ye.
Di vê berhemê de nivîskar Salihê Heydo 94 sirûdên zarokan bi naverokên xwe yên têvel ve, di pirtûkê de bi cih kirine.
Her 94 sirûdên di pirtûkê de, wekî ku ji devan hatine girtin, li pirtûkê hatine rêzkirin. Lê tişta herî xweş û balkêş ew e ku Salihê Heydo li jora her sirûdekê, şîroveyeke zengîn û bi rêk û pêk nivîsiye, her wiha cihê ku sirûd lê dihat gotin û êla ku tê de sirûd li kar bû, bi hûrgilî nivîsiye.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 71’ê de hatiye weşandin. 2017.12.15