Bûyerpress
Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji Hikûmeta Bexdayê xwest ku sînorekî ji tundî û binpêkirinên Heşda Şabî re li Tozxormatûyê deyne.
Piştî êrîşa 16’ê Cotmehê ya li ser Tozxormatoyê ji hêla artêşa Iraqî û komikên Heşda Şabî ve, êdî Neteweyên Yekbûyî Komeke Lêkolîna Rastiyan ji bo Tozxormatûyê bi rê kir.
Di daxuyaniya xwe de, Neteweyên Yekbûyî doz ji Bexdayê kir ku êdî divê gefên li ser jiyana hemwelatiyên Kurd û Ermen bên rawestnadin û sînorek ji tûndîtiya Heşda Şabî re bê danîn.