Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê sebaret bi rewşa emnî ya niha li Êraqê bi giştî û parêzgeha Nînewa bi taybetî daxuyaniyek belav kir û têde cext li wê yekê kir ku pêwîstî bi stratîjiyekî zelal heye û şerê lêde û bireve di qazanca siyasî û eskerî de nîne.
Di daxuyaniya polîtburoya YNK de hatiye: Rojên 2-3/8/2014 navçeyên kurdistanî yên li parêzgeha Nînewa (Zumar, Şengal) ketine ber êrişekî berfereh ya hêzên DAIŞ eve jî ji bo temamkirina stratîjiya DAIŞ`iyan li sînorê parêzgeha Nînewa û girêdana wê deverê bi parêzgeha Heleb û piştre jî li gor nexşeya wan a stratejî girêdana navçeyên sunenişîn ên Êraqê û Sûriyê biheve ye.
Her di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye ku piştî ku DAIŞ wê nexşeya xwe cî bi cî bikin dê tevahiya proseya siyasî a Êraqê û ezmûna demokrasiya Kurdistanê dixin jêr gefên terorîstiyane.
Piştî kontrolkirina navend û dewrûberê sune nişîn yên parêzgeha nînewa her weha Til Ehfera Turkmen nişîn û êrişkirina ser mesîhiyan qonaxa nû ya êrişan destpê kir ew jî navçeyên kurdistanî bûne herî zêde jî êrişa navçeyên Ezîdî li parêzgehê destpê kirin. Di vê yekê de jî gomana me nîne ku ji destê wan derkeve ewê ji Şî`e û mesîhiyan zêdetir kina xwe ya selefî bi ser Êzîdiyan de birêjin.
Derheqê navçeyên Şengalê û Zumarê jî ku mixabin bi sedan hezar Kurd rastî çarenivîsa mirin û jiyanê bûne. Dewleta Êraqê û dewletên navçeyê, cîhan û neteweyên Yekbuyî divyabû demildest bi hawara xelkê ve biçûna û berya her tiştî wan ji komkujiyan biparêzin piştre jî xizmeta wan bête kirin.
Di beşek din a daxuyaniyê de hatiye: Êzîdiyan di dîroka xwe de gelek caran rastî syastea zordestiyê hatine û zulm li wan hatiye kirinê lê vê care ji her care metirsîdartire çûnkî DAIŞ û Be`siyan û ewên li gel wan bi çekên hemû cur û di demekî kin bi ew kina selefî yaku heye dikarin tawanên gelekî mezin li hemberî wan encam bidin ji ber vê jî demildest pêwîstî bi alîkarîkirina deh hezaran kesên ku niha li çiyayê hişk yên Şengalê ne bête kirin û gelekî giringe.
Polîtburoya YNK cext li wê yekê jî dike ku ev rewşa heyî pêwîstî bi stratîjiyek zelal û vekirî a Kurd heye. Şerê lêde û bireve di qazanca siyasî û eskerî ya niha de nîne şerê Êraqê gihêştiye sînorên Kurdistanê stratîjiyek hevpar div ê şerê çarenûsaz de gelekî giringe. Eve jî pêwîstî bi nexşeyekî hemû aliyan heye daku rê li ber şerekî xeternak bigre heye.
Jêder:PUKmedia