Bûyerpress
Şandiyê Navdewletî ji bo Sûryayê Staffan De Mistura li Cinêva 8’ê ji şandeya rikberiya Sûrî re got ku “Êdî piştgîriya we ya navdewletî qet nemaye û eger Cinêv bi ser nekeve, dê Kongreyê Sochi bibe berdêl”.
De Mistura her wiha ji rikberiyê re got ku dê guhertina rêjîma Sûrî tenê bi rêya destûr û hilbijartinan be.
Ji aliyê xwe ve şandeya rêjîma Sûrî jî ragihand ku eger çarenûsa Esed di danûstandinan bê nîqaşkirin, ew ê tevlî nebin.