Bûyerpress
Sekreterê Partiya Çep a Demoqrata Kurd li Sûryayê û Serkirdeyê Hevbendiya Niştimaniya Kurd Salih Gedo, ragihand ku hilbijartina Si’ûd Mela wekî Serokê ENKSê, gaveke erênî ye û dê bibe sedema nêzîkatiyeke Kurdî – Kurdî.
Di axaftineke xwe de ji Dezgeha Bûyer re, Gedo tekezî li ser wê yekê kir ku dê Si’ûd Mela rêya nêzîkatiyeke Kurdî – Kurdî bişopîne, “Ji ber ku ew baş dizane ku ENKSê ji hemî aliyan ve bi paş ve vegeriyaye.”
Her wiha Gedo bang li ENKSê kir ku bi dest xwe re ji nava rikberiya Sûrî vekişin û got ku divê ENKSê êdî li ser başkirina têkiliyên xwe li gel HEVBENDÎ, Rêveberiya Xweser û TEV-DEMê, bixebite.