Bûyerpress
Hêzên Helmeta Bahoza Cizîrê ragihand ku tevahiya bajarokê Siwêdanê yê li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê, ketiye jêr kontrola wan.
Li gorî ku hat ragihandin, duh Sêşemê û di pişt şerê 12 rojan re, Hêzên Sûryaya Demoqratîk tevahiya bajarokê Siwêdanê ji dest çekdarên DAIŞê derxist.
Her wiha hat zanîn ku ji encama şerê Siwêdanê, zêdetir ji 250 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.