Kerek û Kundirek
Salihê Heydo
kerek bû kundirek bû
dasek bû bivirek bû
pîrek bû bizinek bû
gayek bû axurek bû
kavirek bû gurek bû
axur û qantirek bû
naxir û qantirek bû
kerî kundir kot û kot
dasê bivir sot û sot
gur hestiyê kavir kerot
bûye dora gayê cot
naxirvanî ga hevot
ket ber gîsinê darkevot
pîrê bizin dot û dot
şîrê bizinê bir firot
min çîrokek ji te re got .
…………………………………………………………………………………….
Bivir : Ew baltê ku bê daran dibire
Axur:xaniyê pez û dewaran .
Kot:cûtandina ji bo xwarinê.
Naxir: ker, Qantir, Hesp, Dewar û Çêlek tevlihev.
Hevot : Meşqdan û rahênerî.