Bûyerpress
Berdevka Koçka Sipî Sarah Sanders ragihand ku dê Amerîka li tevahiya eniyên şer, di şerê xwe de yê li dij DAIŞê berdewam be, hetanî ku DAIŞ bi temamî têk biçe û careke din li Sûryayê çalak nebe.
Li gorî ku Berdevka Koçka Sipî ragihand, vekêşana hêzên Rûsî ji Sûryayê, tu bandorê li ser karê hêzên Amerîkî li Sûryayê nake.
Ji beriya aniha bi demekê, Wezareta Berevaniya Amerîkî ragihandibû, ku hejmara hêzên wê li Sûryayê, zêdetir ji 1700 serbazî ye.