Bûyerpress
Der heqê daxuyaniya rikeberiya Sûrî de ya li Cinêvê ku dibêje divê cihê Beşar El-Esed di qonaxa veguhêz de tune be, şandeya Rêjîma Sûrî nerazîbûna xwe diyar kir.
Li gorî ku hatiye ragihandin, şandeya Rêjîma Sûrî ji Şandiyê Navdewletî Stîvan De Mistura xwestiye ku babeta çarenivîsa Esed di danûstandinan de neyê gengeşekirin.
Her wiha şandeya Rêjîma Sûrî daxwaza wê yekê kiriye ku li hember rikberiyê nekevin di nava danûstandinên rasterast de.