Bûyerpress
Artêşa Tirkiyê û komikên girêdayî wê ku li Kelha Sem’anê bi cih in, navçeya Şêrawan a Kantona Efrînê bi giranî topbaran kirin.
Li gorî ku hatiye ragihandin, ji encama topbarana duh Duşemê, zêdetir ji 12 topên hawinan li her du gundên Basûfan û Be’iyê ketine û ziyaneke pir mezin gihaye mulk û samanên welatiyan.
Ji aliyê xwe ve Yekîneyên Parastina Gel, bersiva jêdera topbaran da û hetanî aniha jî topbarana komikên girêdayî Tirkiyê li ser deverên Efrînê, berdewam e.