Bûyerpress
Di bersiveke xwe de li hember daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Receb Teyip Erdogan ku gotibû Israîl dewleta terorê ye, Serokwezîrê Isrîlê Benjamin Netanyahu got: “Kesê ku gundên Kurdan bumbebarn dike, em waneyên exlaqî jê wernagirin”.
Duh Duşemê û di konfransekî rojnamevanî de, Netanyahu got ku ” Ez fêr nebûm ku şîret û waneyan ji wî kesî werbigirim, ê ku gundên Kurdan topbaran dike”.
Netanyahu her wiha tekez kir ku Erdogan piştgîriya terorê dike û kesên bêguneh, dikuje.