Bûyerpress
Serkirdeyê Tevgera Civaka Demoqratîk (TEV-DEM) Ebduselam Ehmed ragihand ku guhertina di serkirdayetiya Encumena Niştimaniya Kurd li Sûryayê (ENKS) de çêbûye, karekî hundirîn e.
Di axaftineke xwe de ji Bûyer re, Ehmed got ku: “Dê helwestên siyasî yên ENKSê li hember projeya Federaliya Bakurê Sûryayê, diyar bikin ka guhertineke erênî çêbûye, yan jî tenê guhertineke şeklî ye”.
Her wiha Ehmed bang li serkirdayetiya ENKSê kir ku:”Berjewendiyên niştimanî di ser ên partîtî re bigirin û li yekrêziya Kurdî vegerin”.