Rêxistina Netewên Yekbûyî UN ragihand ku bindestxistina bajarê Şingalê ji hêla tundrewan ve li bakurî Iraqê hişt ku dora 200 hezar kes birevin.
UN tekez kir ku metirsîne mezin li ser xelkê deverê hene û tirs ji (Trajîdiyeke mirovî) heye.
Şandeyê taybet yê razgirê giştî yê Netewên Yekbûyî li Iraqê Nîkolay Maldînof di daxuyaniyê de got: (Bobelateke mirovî li Şingalê dibe), ji aliyekî din ve UN eşkere dike ku raporin nîşan dikin ku xelkên neçar mane birevin ji ber rêxistina Dewleta Islamî digihin hejmara 200 hezar kesî.
Daxuyanî berdewam dike: (UN pir bi tirs e li ser selameta laşê van sivîlên ku ji hêla şervanên Dewleta Islamî hatine dorpêçkirin..Rewşa mirovî ya van sivîlan bobelatî xuya dike û ew pêdiviyê diravên sereke ne tev xwari û av û dermanan).