Bûyerpress
Wekî nerazîbûnekê li hember biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ku Qudis wekî paytexta Israyîlê ragihand, bi hezaran welatiyên Filestînê daketin kolanan û xwepêşandan li dar xistin.
Di xwepêşandanên ku li Xeza, Qudis û Difa Xerbî li dar ketin de, şer û pevçûn di navbera Artêşa Israyîlî û xwepêşanderan de derket, ji encamê du kesên Filestînî hatin kuştin.
Her wiha li gorî amarên fermî yên nexweşxaneyê Filestînî, zêdetir ji 80 kesan birîndar bûne û aniha li nexweşxaneyan tên dermankirin.