Bûyerpress
Nûnerê Îsrayîlê li Neteweyên Yekbûyî Danny Danon ragihand, ku eger Urşelîm (Qudis) nebe paytexta Israyîlê, dê tu caran li Rojhilata Navîn aştî pêk neyê.
Di rûniştina Encumena Ewlehî de ku ji bo babeta paytextbûna Qudsê li dar ketibû, Nûnera Amerîkayê Nikki Haley jî piştgîriya Israyîlê kir û got ku nabe Israyîl bê neçarkirin.
Her wiha Nûnerê Israyîlê Danny Danon tekezî li ser wê yekê kir ku Donald Trump baş ji rewşê têgihişt û biryara wî bi biryareke dadperwer bi nav kir.