Bûyerpress
Wezîrê derve yê Fransa Jean Le Drian ragihand ku : “Hêj 500 welatiyên Fransî li Iraq û Sûryayê di nava rêxistina DAIŞê de hene û zehmet e ku rêya vegerê li ber wan bê vekirin”.
Le Drian ji medya Fransî re got ku “beşek ji welatiyên Fransî yên li nava rêxistina DAIŞê hatine girtin, beşekî din jî li herdu welatên navborî xwe veşartine, lê vegera wan ji bo Fransayê zehmet e”.
Berî niha jî Wezîrê Berevaniya Fransî gotibû “Gerek e ev hejmara mezin a terorîstan tune bibe û heger di şer de jî bên kuştin sê baştir be.”