Piştî girtina bajarokê Şingalê, çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) di daxuyaniyekê de ragihand ku şerê wan ligel Hêzên Pêşmerge “gelek zehmet” bû.
Duhî, 03.08.2014, çekdarên DAÎŞê êrîş kirin li ser Şingalê û piştî vekişana Hêzên Pêşmerge, çekdarên DAÎŞê derbasî bajarok bûn û dest bi kuştinê kirin.
Zaniyariyên destpêkê behsa wê yekê dikin ku çekdarên DAIŞê daxwaz ji xelkê Şingalê kirine ku, yan divê bibin misilman yan jî dê bên kuştin û heta niha 10 xort jî kuştine.
Di daxuyaniyekê de ku DAIŞê li ser torên civakî belav kiriye, tê de hatiye: “Hêzeke mezin ji xîlafeya îslamî, bo temamkirina fetha pîroz ku ev çend rojan hatiye dest pê kirin, ber bi navçeyên bakur û rojavayê wîlayeta Neynewa ve bi rê ketin.”
Di beşekî din ê daxuyaniyê de, behsa wan cihan tê kirin ku DAIŞê girtine wek, Şingal, Rebîe û Wanikê li nêzîk Mûsilê.
DAÎŞ di daxuyaniya xwe de amaje dike ku şerekî giran li gel Pêşmerge û asayişê kirine.
Piştî êrîşa DAÎŞê ya ser Şingalê, hejmareke mezin ji kurdên êzidî derbederî çiyê bûn û beşek ji wan hatin Başûrê Kurdistanê. Çavkaniyekî bi Tora Medyayî ya Rûdawê ji çiyayê Şingalê got: “Di heyama çend demjimêrên borî de, 10 zarok û 5 kalan jiyana xwe ji dest dan.”
Wê çavkaniyê diyar kir jî ku: “Ez bi xwe beşdarî xakspartina 10 zarok û 5 kalan bû. Rewşa tenduristî ya gelek zarokan jî xirab e. Hinek ji wan zarokên me bi xakê spartin. Tenê me ew bi keviran nixumandin ji ber ku kel û pelê pêwîst bo veşartina wan li cem me nebûn.”
Çavkaniyê ji Rûdawê re di dawiyê de got: “Li vê derê trajediyeke mezin heye. Nan û av nîne.”J