Bûyerpress
Berpirsyara Bîroya Têkiliyên Yekîneyên Parastina Jinê Nisrîn Ebdela ragihand ku li rojhilatê Çemê Feratê, di navbera HSDê û hêzên Rûsî de, odeyeke operasyonên hevbeş hatiye damezrandin.
Ebdela ji ajanseke Rûsî re duh Duşemê ragihand ku bi hevkariya li gel Rûsyayê êdî operasyonên HSDê li Dêra Zorê berfirehtir dibin.
Her wiha Ebdela destnîşan kir ku bi rêya odeya hevbeş em têkiliyan dikin û got eger tu êrîşek ji hêla rêjîma Sûrî ve li ser hêzên me bê kirin, Rûsya berpirsyar e.












































