Bûyerpress
Duh Duşemê li gundewarê Dêra Zorê, Hêzên Sûryaya Demoqratîk êrîşeke çekdarên DAIŞê têk bir û 47 çekdarên DAIŞê kuştin.
Li gorî ku hat ragihandin, li gundên Ebû Hemamê û Siwêdanê yên li gundewarê Dêra Zorê, êrîşeke tund a çekdarên DAIŞê hat têkbirin û 47 çekdar hatin kuştin.
Ji aliyê din ve û di heman şerî de du şervanên HSDê şehîd bûn û aniha l, derdora gundê Hemamê, hêj şer berdewam e.