Bûyerpress
Berdevkê Hevpeymana Navdewletî ya Şerê li Dij DAIŞê Ryan Dillon ragihand ku aniha li Sûrî û Iraqê, hêj derdora 3 hezar çekdarên DAIŞê mane.
Bi rêya rûpela xwe ya Twiterê, Dillon got ku “hêj 3 hezar çekdarên DAIŞê gefa wan li dar e û em ê piştgîriya hevkarên xwe bikin, da ku wan tune bikin”.
Hevpeymana Navdewletî ji beriya aniha ragihandibû ku 95% ji deverên kontrola DAIŞê li Sûrî û Iraqê, hatine rizgarkirin.












































