Bûyerpress
Piştî hevbendiya sê salan a di navbera Serokê Berê yê Yemenê Elî Ebdela Salih û hêzên Hûsiyan de, duh Duşemê hêzeke Hûsî êrîşî otombîla Elî Ebdela Salih kir û bi guleyeke di serî de, ew kuşt.
Ji aliyê xwe ve Rêberê Hûsiyan Ebdilmelek El-Hûsî ragihand Elî Ebdela Salih êdî bi Hevpeymana Erebî re bûbû alîkar û planeke mezin amade dikirin.
Bi rêya gotareke televizyonî, Rêberê Hûsiyan got”Roja kuştina Salih, ji bo Yemenê rojeke dîrokî ye”.