Bûyerpress
Bi rêya peywendiyeke telefonî ya di navbera Serokê Amerîka û Serokê Fransayê de, tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku divê pirsgirêkên Bexda û Hewlêrê bi rêyên aştiyane bêne çareserkirin.
Duh Duşemê Koçka Sipî ya Amerîkî bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku her du serokan gotiye divê bi rêya danûstandinan, pirsgirêkên Bexda û Hewlêrê bêne çareserkirin.
Ev peywendiya telefonî ya Fransa û Amerîka piştî wê yekê tê ku şandeyeke bilind ji Herêma Kurdistanê seredana Fransayê kir.