Bûyerpress
Wezareta Berevaniya Rûsî ragihand ku hêzên Kurdî amadebûna xwe ji bo parastina leşkerên Rûsî yên li rojhilatê Çemê Feratê, nîşan daye.
Her wiha Wezareta Berevaniya Rûsî ragihand ku firokeyên wê bi hêzên Kurdî û êlên Dêra Zorê re bûne alîkar, hetanî ku rojhilatê Feratê paqij bûye.
Ji aliyê xwe ve Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel Nûrî Mehmûd, sipasiyên xwe ji bo alîkariya Rûsî, pêşkêşî Rûya kir.