Bûyerpress
Duh Şemiyê li başûrê devera Şengalê, komikên Heşda Şabê du gornên komî yên Kurdên Êzidî ku di wan de 140 mirov veşartî bûn, dîtin.
Bi rêya daxuyaniyekê Heşda Şabî got ku hêzên wê li her du gundên Cizîre û Qebasî du gornên komî yên Kurdên Êzidî dîtine, û piraniya mirovên di gornan de jin û zarok in.
Di sala 2014ê de êrîşeke berfireh ji hêla çekdarên DAIŞê ve li ser deverên Şengalê hat pêkanîn, ji encamê bi sedan ji Êzidiyên Şengalê hatin kuştin û pirî wan di gornên komî de hatin veşartin.