Bûyerpress
Firokeyên Cengî yên Artêşa Israyîlî êvara duh Duşemê, devereke Şama paytext ku cebilxaneya rêjîma Sûrî lê bû, topbaran kir.
Birêvebirê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku firokeyên Israyîlî devereke lêkolînên zanistî û cebilxaneya rêjîma Sûrî yên li Cemraya, bi girnaî topbaran kirine.
Ji aliyê xwe ve ragihandina rêjîmê ragihand ku hêzên berevaniyê bersiva topbarana Israyîlî dane û hetanî niha 3 rokêtên Israyîlî têk birine.