Bûyerpress
Piştî bidawîbûna civîna di navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Berzanî û Serokê Fransayê Emmanuel Macron de ku li Parîsê hat kirin, Macron got :”Divê tevahiya mafên destûrî û yasayî yên gelê Kurd li ber çavan bên girtin û ji piştevaniya diyalogeke niştimanî re, Fransa amade ye”.
Bi rêya konfransekî rojnamevanî, Macron got divê ku di zûtirîn dem de di navbera Helwêr û Bexdayê de diyalog çêbibe û maddeya 140’ê cî bi cî bibe.
Her wiha Macron got:”Divê xalên sînorî li jêr kontrola hikûmeta federal bin, lê divê hemî komikên çekdar bêne tunekirin”.