Bûyerpress
Komîteya Şopandina Pêvajoya Duyemîn ji Hilbijartinên Federaliya Bakurê Sûryayê ku ji şandeyên Başûr û Bakurê Kurdistanê pêk dihat, duh Şemiyê li bajarê Amûdê bi rêya konferansekî rojnamevanî, kêfxweşiya xwe derbirî.
Şandeya Başûrê Kurdistanê bi navê Perlemana Kurdistanê pîrozbahiyên xwe pêşkêşî gelê Rojava kir û got ku pêvajoya hilbijartinan bi awayekî serkeftî bi dawî bû.
Her wiha şandeya Başûrê Kurdistanê got ew palpiştiya wê yekê dikin ku têkiliyên aliyên Kurdistanî xurtir bibin û got çawa ku Perlemana Kurdistanê berê piştgîriya Rojava kiriye, dê niha jî piştgîriyê bike.
Şandeya Bakurê Kurdistanê ku ji perlementerên HDPê pêk dihat, roja hilbijartinan bi rojeke dîrokî bi nav kir, her wiha piştgîriya xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê anî zimên.