Bûyerpress
Gulal Kasanî
Kilawizvitiz (Carl von Clausewitz) gotiye “Ceng bixwe bintara wê siyaset e, tevî ku bi şêweyekî têvel e”.
Cugrafiya Sûryayê bi çar goşeyên xwe ve bûye meydana pevçûn û hevrikiyê, ne tenê di navbera aliyên xwecihî, herêmî û rola dewletên navdewletî de, lê belê ta di navbera hevalbendan bi xwe de jî…
Ji ber vê yekê, tu kesî pêşbîn nedikir ku rewş bigihêje vê asta destêwerdanê.
Bi xwendineke hêsan ji jîweriya siyasî û leşkerî ya li Sûryayê re diqewime, xuya dibe ku aliyên kirîzê yên herêmî û navdewletî gelek nakokî û têvelîyên mezin di navbera wan de hene, lê di yek demê de di navbera wan de erêkirin û halîbûnên fireh hene ku careke din nakokiyên kûr xwe ji hinavên wan dikişînin û vedireşin.
Têkiliya di navbera Rûsya û Amerîkayê de, cihê dilxelînê ye.
Du xêzên rastîne û terazûkirî yên nehênî ne ku bi hev re dimeşin û berjewendiyên xwe yên aborî, leşkerî û stratecî li ser xaka Sûryayê dikêlin.
Rûsya ji aliyê xwe ve dixwaze ku her timî Sûrî di biryarên xwe de bêhêz be û bi aloziyan ve biçengile; ji ber bi vê yekê dê Rûsya bi rehetî hebûna xwe ya leşkerî û baregehên xwe bi cih bike… Ji bilî ku Sûrî jêdereke herî mezin e bo kirîna çekên Rûsî. Her wiha xaka Sûrî jîwerekî stratecî yî dûdirêj e.
Jixwe ji aliyê abûrî ve çavên Rûsyayê li bîrên petrolî ye, piştî Rûsyayê dît ku Hêzên Sûryaya Demoqratîk li aliyê Reqayê bi pêş ve çûn, êdî di zûtirîn dem de berê xwe bi xurtî da Dêra Zorê û aniha berê wê li Tedmurê ye.
Amerîka bi Rûsan re ketiye nava pêşbirkê. Her yek ji wan dixwaze ku di zûtirîn dem de xwe bigihîne jêderên petrolê, ji ber ku rêxistina DAIŞê li seranserî Sûryayê têk dice.
Ev her dû dewlet, di şer û pevçûnan de ketine qonaxa dawîn, Tirkî û Îran jî bi vê yekê hişyar in; Îran dixwaze ku ji xwe re Hîlala Şî‛î ava bike, ji aliyekî ve Tirkî bi xwe naxwaze ku Îran li ser xaka Sûryayê xwe vezilîne, ji aliyekî din ve baregehên xwe jî xurt dike, xwe ji Rûsyayê re ditewîne bo ku piştgîriya PYDê neke, nemaze li Sotşî.
Piştî ku Amerîka ew komên çekdar bi danpêdan û çek kirin û paşê li wan qulibîn, êdî Amerîka ji Kurdan rastir nedît, ji ber gelek sedeman û yek ji wan sedeman ew e ku Kurd wêrek in, bi dijwarî şerê dijminê xwe dikin.
Her wiha ji ber ku dijminê wan DIAŞ e û şepêlên tundrew di nava Kurdan de tune ne û xudanê nerîneke vekirî ne.
Ji ber van sedeman, Amerîka bi xurtî palpiştiya YPGê bi hemî rengê çekên giran kir, da ku ji berjewendiyên Amerîka yên aborî re pasdar bin, bêyî ku bibin palpişt ji projeyeke siyasî yî Kurdî re.
Weke em dizanin, operasyona li Zeviyê Tenekê zû hat encamdan. Aniha hêj berê xwe didin deverê ku bîrên petrolê lê hene? Lê gelo Amerîkî dê der heqê xwîna zelal a ku ji aliyê şervanên Kurd ve hatiye rijandin de, bimînin dilsoz û perwer…?
Bê guman Amerîka li berjewendiyên xwe yên stratecîk digere.
Tirk, Îran û Iraq li ser doza Kurdî û piştî referandoma ku di 16’ê mijdarê de hat lidarxistin, êdî prose û operasyonên xwe nû kirin, bingehine nû ji wan re danîn, da ku di paşerojê de tu aliyekî Kurdî hizra serxwebûna xwe neke.
Ji aliyê Rûsî ve, di demên nêzîk ên bê de, dê gelek tişt zelal bibin. Ji ber ku Tirk û Îran bi serpereştiya Rûsan dê civînan li dar bixin û ne dûr e ku Serokê Rêjîma Sûryayê Beşar El-Esed jî beşdar bibe. Ji ber ku gelek tiştên bi raz û veşartî belav dibin, yek ji wan nehîniyan: Rojnemeya Lomond a Ferensî ragihand ku Erdogan dê gelek tiştan pêşkêşî Putîn bike û yek ji wan tiştan, mayîna Beşar El-Esd li hember ku destkeftên Kurdan têk bibin .
Di baweriya min de civata Sotşî dê li ser xalên ku her sê welatan li ser rêkeftine, civateke ragihîner be. Her wiha Sotşî dê bibe Roogeh ji siberoja gelê Sûrî re, û bi taybet ji Miletê Kurd re.
Dê berjewendiyên Amerîka û Rûsya li ser xaka Sûryayê cihê xwe bigirin û dê Kurd ji nava pelûlê zuha bimînin.
Ev gotar di rojnameya”Bûyerpress”, hejmara 70’yî de hatiye weşandin 2017.12.1