Bûyerpress
Hoşeng Hesen
Ji bo her tiştî pîvan hene, pîvanên ku di rêya wan re hukim li mirov an jî li tiştan tê kirin, anku ew pîvan başî û xirabiya mirov û tiştan destnîşan dikin; mînak, di malekê de kurê baş û yê nebaş heye, tevlî ku her dû ji yek malzarokê jî derketine, lê tiştê hevbeş ew e ku her dû di ser yek pîvanê re hatine derbaskirin.
Îcar pîvanên başî û nebaşiyê li cem hemû aliyan hene.
Dewlet û rêjîm jî yek ji wan aliyan in ku bi rêya pîvanên xwe dibêjin ev alî baş e, evê din xirab e û ” gerek em qîra wî bînin”!
Dewletên dagirkerên Kurdistanê her demê ji Kurdên serhildêr re gotiye ku ew ne baş in û gerek e werin kuştin, ji ber heger bimînin, dê nebeşiya wan belav bibe û dibe ku ew nebaşiya wan karibe bi başiya Padîşahê ku namire, nakeve û her demê li ser kursiya xwe ye.
Lewre li gorî ewan dewletên dagîrker, Kurdê ku daxwaza mafên Kurdan û Kurdistanê dike ne baş e; lê yê ku serî ji wan re tewandiye, baş e…yan jî wekî ku xelkê Rojavayê Kurdistanê dibêje”Rebê zilama ye”.
Wekî mînak:
Başên dagîrkeran ew Kurd in ên wekî Ismet Înûnû, Hesen Xeyrî û Zulfî ne ku bi cil û bergên Kurdî li civîna Lozanê ya sala 1923`yê amade bûn û gotin “Em mafê Kurdan naxwazin. Em û Tirk birayên hev in”.
Roja îro jî ne zêde dûrî dema Lozanê ye. Di demekê de ku stêrka Kurdan li cîhanê ronî dibe, dîsa jî hindek Kurd di hembêza dagirkerên Kurdistanê de ne û li dijî Kurdên berxwedêr disekinin.
Ji Istenbolê heta Şama ku beriya çend rojan dîsa hindek Kurd li wir bûn, li otêlên niza çend stêrk rûnştibûn, û li çayxaneyên herî modern çay vedixwarin û di bin re jî hindek hevdîtin kiribûn. Îcar diyar e ku zêde ew nehwandin, lewre piştî ku vegeriyan Qamişlo jî hindek dûvikên rêjîmê bi xwe re anîn û wêneyên xwe bi hev re li ser Facebookan belav kirin.
Rêjîma ku bi sedên salan e tu perçiqandiyî, ji bo reşika çavên te îro te li pateyxeta xwe nahewîne Keko!
Lê dema ku îro li New York`ê û çend welatên cîhanê sûretê şervanên Kurd tê daliqandin û hemû duniya rêz ji wan re digire, ew rêjîm dixwaze ku dîsa di rêya çend kesan, Kurdan ji daxwazên wan ên mezin bişemtîne û wan bi çend tiştik miştkên biçûk razî bike.
Jixwe mijara hevdîtinan mijareke din e, heger tu bi rengê xwe û ji boyî mafê gelê xwe hevdîtinan bikî, em ê bi Cinan re jî rûnên û çaya wan jî vexwin.
Di mijara Kurdên ku çûn Lozanê de dawiya wan diyar bû, ku Hesen Xeyriyê bi şal û şapika xwe li wir amade bû û bi Ataturk hatibû xapandin, dawiya dawî Ataturk bi xwe ew kuşt; tevî ku ew Kurdekî Baş didît.
Îcar ew jî hilbijartineke dîrokî ye, bê gelo em li kêleka Kurdê Baş yan jî Kurdê Nebaş biseknin ??
Ev gotar di rojnameya”Bûyerpress”, hejmara 70’yî de hatiye weşandin 2017.12.1