Bûyerpress
Îro ser sibehê bi hêza 6.1 rêxter, erdhejekê parêzgeha Kirmanê ya Rojhilatê Kurdistanê hejand.
Li gorî psporên erdhejan li Zanîngeha Tehranê, îro sibehê erdhejek bi hêza 6.1 rêxter, bajarokê Rawerî yê ku dikeve bakurê parêzgeha Kirmanê hejand û hêj hejmara qurbaniyên erdhejê nehatiye zanîn.
Ji encama erdhejê, ziyaneke mezin giha mal û xaniyên welatiyan û gelek rêyên derdora bajarok hatine girtin.