Bûyerpress
Berdevkê Hevpeymana Navdewletî ya Şerê li Dij DAIŞê Reyan Dillon ragihand ku piştî rizgarkirina bajarê Reqayê, dê 400 leşkerên Amerîkî yên topavêj vegerin welatê xwe.
Bi rêya rûpela xwe ya Tiweterê, Dillon got ku evan leşkeran bi hevkariya Hêzên Sûryaya Demoqratîk temamî devera Reqayê rizgar kir û aniha dê vegerin welatê xwe.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku hêzên Amerîkî bi qasî 5 mehan hevkariya Hêzên Sûryaya Demoqratiya kiriye, hetanî ku Reqa rizgar bûye.