Bûyerpress
Kerwanekî hêzên Artêşa Tirkî bi çekên giran ve ku ji tank, top û zirpoşan pêk tê, gihişt parêzgeha Dîlokê ya hevsînorê bajarê Efrînê.
Rayedarên Tirkiyê dibêjin ku devera Efrînê ji bo me gef e û ji vê yekê em ê her timî di amadebaşiyê de bin.
Ji aliyê xwe ve jî Yekîneyên Parastina Gel YPGê, amadekariya xwe ji bo bersivdayîna her êrîşekê nîşan daye.