Bûyerpress
Îro Înê li temamî deverên Federaliya Bakurê Sûryayê û Rojavayê Kurdistanê, hilibjartinên bajarok, navçe û kantonan dest pê dibin û dê hetanî 8’ê êvarê dom bike.
Li hemî navçe, bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê navendên dengdanê hene, di her navendekê de 5 mamoste û birêvebirek dê xebatên xwe bikin.
Û bi mebesta şopandina evan hilbijartinan, duh şandeyên partiyên Kurdistanî ji Bakur û Başûrê Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê amade bûne.