Bûyerpress
Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşa Rojava îro sibehê daxuyaniyek derxist, tê de ragihand ku li tevahiya deverên Rojavayê Kurdistanê derxistina motoran ji roja Çarşemê, hetanî Şemiyê dê qedexe be.
Di daxuyaniya Asayîşê de hatiye ku ji ber metirsiya wan li ser birêveçûna pêvajoya denganê, dê ji 29’ê mehê anku Çarşemê, hetanî 2’yê meha 12’an anku Şemiyê, bikaranîna motoran qedexe be.
Di heman daxuyaniyê de hatiye ku tevgera erebeyên mezin jî bi hemî awayan qedexe ye.