Bûyerpress
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Berzanî ragihand ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan, Hikûmeta Bexdayê hêj jî ji bo danûstandinan ne amade ye.
Her wiha Berzanî bal kişand ser wê yekê ku hetanî niha jî, rayedarên Bexdayê daxwaza radestkirina derbasgehên sînorî û f’rokxaneyan dikin, “lê mebesta wan ji radestkirinê çi ye, nizanim”.
Her wiha Berzanî got “Ma ew kesê ku karmendiya derbasgehên sînorî û firokxaneyan dike, ne Kurd e, ne Iraqî ye? Lê mebesta Bexdayê ew ku karmendên bi Erebî diaxivin, bîne”.












































