Bûyerpress
Îro Çarşemê gera 8’ê ji Danûstandinên Cinêvê bi amadebûna rikberiya Sûrî û beşdarnebûna şandeya rêjîma Sûrî, dest pê dibe.
Şanderê Navdewletî ji bo Sûryayê Stîvan De Mistûra duh Duşemê ragihand ku rêjîma Sûrî peyameke ji Rêxistina Navdewletî re şandiye, tê de gotiye ku şandeya wê roja Sêşêm li Cinêvê amade nabe.
De Mistûra got ku rêjîma Sûrî hêj amadebûna xwe ji bo beşdarbûnê ranegihandiye, her wiha got ku em ê tu mercên pêşwext ji tu aliyî ve nepejirînin.