Bûyerpress
Wezareta Berevaniya Amerîkî Pentagon, ragihand ku hevkariya wê li gel Hêzên Sûryaya Demoqratîk û hêzên Kurdî hêj berdewam e, lê belê ew ê tenê hin sererastkirina der heqê cûreyê çekand de, çêkin.
Bi rêya daxuyaniyekê duh Duşemê, Berdevkê PentagonêErîk Bahon got ku li gorî helûmercên têkbirina DAIŞê, em ê piştgîriyê ji hevkarên xwe re bişînin da ku rêxistina DAIŞê ji nû ve venegere.
Daxuyaniyê Pentagonê di demekê de tê, piştî ku Enqerayê ragihand ku Serokê Amerîka soza rawestandina çekan daye wan.