Bûyerpress
Berdevkê Hevpeymana Navdewletî ya Şerê li Dij DAIŞê Ryan Dillon, got ku dê piştgîriya Amerîka ji bo Hêzên Sûryaya Demoqratîk her berdewam be.
Der heqê daxuyaniya Wezîrê Derve yê Tirkiyê de ku gotibû Serokê Amerîkayê soza rawestandina çekan li ser YPGê daye, Dillon ev yek red kir û got ku Serokê Amerîkayê tiştekî wiha negotiye.
Her wiha Berdevkê Hevpeymanê Ryan Dillon got ku dê hevkariya me li gel HSDê berdewam be, da ku careke din herem nekev jêr kontrola DAIŞê.