Bûyerpress
Berdevkê Hikûmeta Iraqî Se’ed El-Hedîsî ragihand ku eger Hikûmeta Herêma Kurdistanê encamên referandomê rawestîne û derbasgehên sînorî radestî Bexdayê bike, wê demê dê Bexda muçeyên Herêmê bişîne.
Her wiha El-Hedîsî got ku Herêma Kurdistanê hêj pabendî biryara Dadgeha Federal bi tunekirina referandomê nebûye, ne jî derbasgehên sînorî radest kiriye.
Ji aliyê xwe ve Rêberê Partiya Demoqrata Kurdistanî Mes’ûd Berzanî got ku tu qanûn û tu hikûmet nikare referandomê tune bike.